Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê, cejna Remezanê li gelê Kurdistanê pîroz kir
Ken Gross, îro li ser malpera fermî ya konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê, vîdyoyek belav kir û cejna Remezanê li xelkê Kurdistanê pîroz kir.
Gross di vîdyoyê de ragihand ku ew cara yekemîn e li Kurdistanê wek dîplomat kar dike û got, ez dixwazim zû çanda kurdî û xwarinên kurdî fêr bibim, her wiha dixwazim bi gelek welatiyên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bikim da ku bikaribim herêma we ya delal zêdetir nas bikim.
Konsulê nû yê Amerîka hêvîdariya xwe jî aniye ziman ku peyewendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê geş bibin bi taybet di şerê DAIŞê de her wiha têkiliyên civakên Amerîka û Kurdistanê jî bihêztir bibin.
Basnews
