• Monday, 22 June 2026
logo

Partî û Yekîtî dê rêkeftinek nû îmza bikin

Partî û Yekîtî dê rêkeftinek nû îmza bikin
Endamekê serkirdayetîya partîya demokrata Kurdistanê ragîhand; piştî cejna Remezanê, Partî û Yekîtî, dê kombin û rêkevtineka nû îmza bikin.

Malpera fermî yê partî ji zarê Fazil Beşaretî berpirsê liqa 12 û endamê serkirdayetîya wê partîyê belav kir ku piştî cejna Remezanê, mektebên sîyasî yên Partîya Demokrata Kurdistan û Yekîtîya Niştîmanî, dê kombin û rêkevtineka nû îmza bikin, lê çi zanyarî derbareyî rêkevtinê aşkera nekirin.

Got jî: weku herdem partî amadeye ji bo berjewendîya giştî nermîyê nîşan bide û niha jî her çi ya pêdvî bo pêşvebirina doza Kurdî, partî amadeye bike.

War.tv
Top