• Monday, 22 June 2026
logo

Nûnerên Kurdên Cihû li kurdstanê, Cejna Remezanê li Muslimanan pîeoz kirin

Nûnerên Kurdên Cihû li kurdstanê, Cejna Remezanê li Muslimanan pîeoz kirin
Di daxuyaniyekê de nûnerên Kurdên Cihû li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cejna Remezanê li Muslimanan pîeoz kirin û hêviya silametiyê ji Pêşmerge re xwestin.

Îro 5 Temûzê Nûnertiya Kurdên Cihû li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê bi boneya Cejna Remezanê belav kir, kopiyek ji BasNews hate şandin, ev jî deqê wê ye:

Em pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên Muslman li bereyên şer dikin, herwiha pîrozbahiyê li hemû muslimanên Kurdistanê dikin, meha Remezanê meha hestkirine bi azarî û êşên kesên din, xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe sed sal bi êr û azerî derbas kirin, em bi hêvîne ku îsal bibe dawî sala êş û azaeriyan li her çar perçeyên Kurdistanê, herwiha hêviya saxî û silametiyê jib o xuşk û birayên PÊşmerge re dixwazin, hêvîdarin ku ev cejin bibe sedema bêhtir bi hêzkirina çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê û xwedayê mehrîban Kurdistan biparêze ji agirê şerê dagîrker û têrorîstan.

Nûnertiya Kurdên Cihû li Wezareta Karûbarên olî di sala 2016 de li Herêma Kurdistanê hatiye vekirin û karûbarê Kurdên Cihû birêve dibe.

Basnews
Top