Dewletê nehîşt malbata Ocalan pê re hevdîtin bike
Dihat gotin ku dê malbata Ocalan bi helkefta cejna Remezanê serdana girtîgeha Îmraliyê bike û Ocalan bibîne lê dozgeriya bajarê Bûrsayê rê neda.
Çend roj berê, parêzerên Ocalan ji dozgeriya Bûrsayê daxwaz kiribûn rê bide malbata Ocalan da ku wî bibîne. Dozgeriyê îro bersiv da û ragihand, gemiya ku diçe Îmraliyê xirab bûye lewma ew nikarin destûrê bidin.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li Girava Îmraliyê ya bajarê Bûrsa yê Tirkiyê de girtî ye. Parêzerên Ocalan ji roja 27ê Tîrmeha 2011ê ve û malbata wî jî ji roja 6ê Cotmeha 2014ê ve ew nedîtine.
Basnews
