• Tuesday, 23 June 2026
logo

Wezîrê Navxwe yê Iraqê îstîfa kir

Wezîrê Navxwe yê Iraqê îstîfa kir
Pişît teqînên van çend rojên dawiyê li Bexdayê û kuştin û birîndarbûna sedan kesan, Wezîrê Navxwe yê Iraqê Mihemed Salim Xeban îstîfaya kir.

Mihemed Salim Xeban nameya îstîfaya xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Xeban derbarê teqînên li Taxa Kerade ya Bexdayê ji medyayên Iraqê re gotiye, xwekuj û otomobîlên bombekirî ji parêzgeha Diyala ve derbasî nav paytext bibûn.

Xeban bi tundî rexne li Hikûmeta Iraqê jî kir û da xuyakirin, ku hikûmet di rêkxistina karûbarên dezgehên ewlehiyê de serkevtî nebû û reform li Wezareta Navxwe pêk neanî.

Xeban tekez kir, ku rêkar û tedbîrên hikûmetê di warê ewlehiyê de pir lawaz in.

Ji 18ê Mijdar a sala 2014an ve Mihemed Salim Xeban Wezîrê Navxwe yê Iraqê ye. Salim Xeban ser bi Fraksyona Rêxistina Bedr a li Parlamentoya Iraqê ye.

Roja yekşemî 3ê Tîrmehê çend teqînên bihêz li bajarê Bexadyê çê bûn. Yek ji wan teqînan li Taxa Kerade ya Bexdayê qewimî û di encamê de heta niha 215 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Bi derbasbûna dem hejmara qurbaniyên wê teqînê her di zêdebûên de ye jî.

Hikûmeta Iraqê ji ber wna teqînan û hejmara zêde ya qurbaniyan, 3 roj şîna giştî îlan kiriye

Rudaw
Top