Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Heseke şermezar kir
Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî vê kirdara nemirovaneya terorîstan şermezar dikîn, serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê rûdanê dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Bi xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Heseke radigihînîn ku saziyên tendirustiyan û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve amadeyê pêşwazîkirina birîndaranin û yarmetîdana lêqewimiyên vê kirdara terorîstiyê ne.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
05.07.2016
