Erdogan piştrast kir: Tirkiye nasnamê dide penaberên Sûriyê
Erdogan, îro danê sibê piştî nimêja cejna Remezanê, daxuyanî da rojnamevanan. Erdogan, derheqê dayîna nasnameya Tirkiyê bo penaberên Sûriyê de got, helbet emê mifayê ji wan mirovan bibînin û wan binirxînin.
Tê gotin ku derdora 2 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê hene.
Serokomarê Tirkiyê derheqê teqînên xwekujî yên balafirgeha Ataturk a Stenbolê de jî got, heta niha 30 kes ji ber wê bûyerê hatine girtin û hemû belge nîşan didin ku ew teqîn ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.
Di teqînên balafirgeha Atatuk a Stenbolê de zêdetirî 40 kes hatibûn kuştin, bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Li ser şer û operasyonên Kurdistana Bakûr jî Erdogan got, operasyon didome û dê bidome jî.
Basnews
