• Monday, 22 June 2026
logo

Bavê efserê girtî: Bila Herêma Kurdistanê bibe navbeynkar

Bavê efserê girtî: Bila Herêma Kurdistanê bibe navbeynkar
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey bavê efser Semîh Ozbey ê ku di 18ê Îlona 2015an de ji aliyê endamên PKKê ve li ser rêya Dêrsim-Pilemorî-Ezirganê alîkarî ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest.

Semîh Ozbey ê di artêşa dewleta Tirkiyê de efser e, 18ê Îlona 2015an navbera Dêrsim û qezaya wê Pilemoriyê de nêzî gundê Xozmerekê ji aliyê endamên PKKê ve hat girtin.

Ozbey Ji hingê ve di destê PKKê de ye.

Herî dawîn dîmenê Semîh Ozbey û hinek leşker û polîsên desteserkirî di sersala 2016an de ji aliyê PKKê ve hatiye belavkirin.

Tê gotin ku efser Semîh Ozbey û desteserkiriyên din li qadên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê tên girtin.

Serokê Desteya Rêveber a Borsaya Bazirganiyê ya Bajarê Meletiyê Gursel Ozbey bavê efser Semîh Ozbey bi boneya Cejna Remezanê daxwaz ji PKKê kir ku zarokên wan ên desteserkirî berdin.

Gursel Ozbey ji Rûdawê re wiha behsa girtina kurê xwe kir:

“Kurê min ji aliyê rêxistinê ve hat desteserkirin. Ji bo serdana diya xwe ya ku nexweşa penceşerê bike dihat Meletiyê. Ev deh meh e tenê roja 31ê Berfanbara 2015an dîmenên zarokên me bi boneya sersalê hat belavkirin. Di wan dîmenan de dibêjin ku rewşa wan baş e. Lê belê piştî hingê ev 6 meh e min der heqê kurê xwe de ti agahiyek wernegirtiye. Gelo sax e? Tenduristiya wî çawa ye?”

Em malbateke Kurd in

Ozbey daxwaza kir ku ev zarokên desteserkirî, di zûtirîn demê de bên berdan û wiha domand:

“3 keç û kurekî min hene. Derûniya her sê keçên min têk çûye. Dayîka kurê min nexweşa penceşêrê ye. Çiqas dijî, ne diyar e. Em pert û perîşan bûne. Em jî xelkê vê herêmê ne. Em ji gundê Hergep a ser bi qezaya Xorxol girêdayî parêzgeha Çewlîgê ne. 50-60 berê em ji Çewlîgê hatine li Meletiyê bi cih bûne. Bi kurtî ez bêjim ku ez zarokê malbateke Kurd im.

Ez dubare ji rêxistinê tika û rica dikim. Yên ku we desteser kirine, hemû zarokên vê herêmê ne. Hemû jî zarokên herêma Kurdî ne.”

Bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir

Bavê Semîh Ozbey ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo serbestmayîna kurê wî çi ji destê wan tê bikin û wiha pê de çû:

“Rewşa me pir xirab e. Rewşa van malbatan pir xirab e. Xwedê hez bike zarokên me sax û salim digihêjin hembêza malbatên xwe.

Ger di vê serdemê de berdana zarokên me pêkan û mumkin nebe, bila qe nebe bi boneya Cejna Remezanê dîmenên wan belav bikin. Da ku em bizanin rewşa wan, tenduristiya wan çawa ye. Ev daxwaza me ye. 11-12 meh çêbû em perîşan bûne, malbat perîşan bûne. Em bûne zindiyên mirî.

Xwedê hez bike zarokên me berdidin. Xwedê hez bikira zarokên me serbest berbidana û ev yek biba destpêka aştî û çareseriyê. Ger zarokên me berbidin, ez ê jî bikevim sengera aştiyê. Soz didim ku ji bo aştî û çareserî were, çi ji destê min tê ez ê bikim. Daxwaza min ev e ku di zûtirîn demê de zarokên me bên berdan.”

Rudaw
Top