• Tuesday, 23 June 2026
logo

Dû teqînên din ên xwekujî li Erebistana Siûdî pêkhatin

Dû teqînên din ên xwekujî li Erebistana Siûdî pêkhatin
Sê teqînên cuda yên xwekujî li bajarên cuda yên Erebistana Siûdî pêkhatin û yek ji wan teqînan jî mizgevta pêxemberê îslamê ya bajarê Medînê kire armanc.

Li gor nûçeya çapemeniya Siûdî, êvara roja dûşemê 04.07.2016ê hêzên ewlekariyê hewldan kesekî ku guman lê dihate kirin li bajarê Medînê û nêzîk mizgevta pêxemberê îslamê bigrin. Lê ew kesê ku xwe bombebarkiribû, ji ber hêzên ewlekariyê nekarî bikeve mizgevtê û li garaca wesayîtan a nêzîk mizgevtê xwe teqand û bû sedemê mirina 4 polîsan û 15 birîndaran.

Heman rojê dû xwekujên din di yek demê û li bajarê Qetîfê xwe teqandin û bûne sedemê kuştina hevalbendekî xwe.

Berî naha jî direnga şeva yekşemê 03.07.2016ê li pêş konsolxaneya Amerîkayê ya li bajarê Cîddeyê, ya Erebistana Siûdî, kesekî bi rêgez Pakistanî xwe teqandibû.

Basnews
Top