• Monday, 22 June 2026
logo

YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e

YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e
Berpirsekî pilebilind ê Yakîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK) got, Tevgera Goran û YNK Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her tim weke birayê mezin qebûl kirine.


Berpirsê YNKê Saman Germiyanî ji Rûdawê re ragihand, bandora YNKê her tim li ser Goranê çêbûye.

Samna Germiyanî anî ziman helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hemberî rêkeftina di navbera Goran û YNKê de hatiye guhertin û got: “PDK têgihîşt ku rêkeftina me ne li dijî wê ye. Goran û YNKê her tim Mesûd Barzanî weke birayê mezin qebûl kiriye û dê bike jî.”

Germiyanî wiha domand:

“Heger PDKê hin gavan bavêje pirsa serokatiya parlamentoyê dê were çaresekirin. Me pêşniyarî da Goranê ku Yûsîf Mihmed nekin pirsgirêk û wan jî ev pêşniyarê me erênî nirxandin.”

Weke tê zanîn PDK naxwaze Yûsîf Mihemed dubarê bibe serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Herwiha PDKê beriya niha ragihandibû ku ew dê lijneya hevbeş a YNK û Goranê qebûl nekin.

Ji PDKê 2 merc

Li gor agahiyan Rûdawê piştî Cejna Remazanî şandên PDKê û YNKê dê bêne ba hev.

Berpirsekî pilebilind ê PDKê ji Rûdawê re got, ji bo ku partiya wî dest bi hevdîtinan bike 2 mercên wan hene.

Berpirsê PDKê ku xwestiye navê wî neyê eşkerekirin wiha got:

“Bila li şûna Yûsîf Mihemed keseke din bê destnîşankirin. Herwiha divê YNK û Goran encama refarandûmê qebûl bikin. Heger ev herdû merc bêna bicîkirin PDK dê li gel YNK û Goranê bicive.”

Rudaw
Top