• Thursday, 25 June 2026
logo

Parlamentereka YNKê: Bê Bexdayê em nikarin tu tiştekî bikin

Parlamentereka YNKê: Bê Bexdayê em nikarin tu tiştekî bikin
Piştî çend gotinekî seroka fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê belav bûn, ku gotiye; bê Bexdayê Herêma Kurdistanê nikare tu tiştekî bike, ew parlamentere naha li gotinên xwe vegeriya û dibêje: ‘’Ew gotin bi navê min hatine kirin.’’

Li gor seroka fraksiyona YNKê yê parlamentoya Iraqê Ala Talabanî, ku roja 30.06.2016ê ku gotarek bi navê wê hatiye belav kirin û gotiye: ‘’Em bê Bexdayê tu tiştekî nikarin bikin. Çend carên din jî min gotiye. Bexda deriyê me yê çûna nav qada navnetewiye û bi taybet bi rêya Bexdayê ve nebe tu alîkariyek ji Pêşmerge re jî nayê kirin.’’ Ji ber vê jî bang li hemû aliyên Herêma Kurdistanê kiriye ku vegerin Bexdayê.

Ala Talabanî di vê nivîsê de dibêje: ‘’Heqîqet ew e em li gel yêk vegerin Bexdayê û hewl bidin xilafa xwe çareser bikin. Ji bo me ya giring naha em li gel Iraqê bin. Ji ber ev xwasteka dostên Kurdane jî. Dostên kurdan di nav mala şîe de jî baldikşînin ser vê yekê ku, di vê qonaxê de ya rast em li gel yekbin û heta metirsiyên sunneyên tund nemînin.’’ Li gor wê wek kurd dikarê nimûneyekî xweşik a karê siyasî û parlamentoyî pêşkêş bikin û gelên Iraqê li ser destê kurd carekedin derfeta pêkvejiyanê bibînin û Iraqekî federal carekedin berdewam bike.

Seroka fraksiyona YNKê teqez kir, ku wan sûnd xwariye û bi tenê xwe wek nûnerê kurd nizanin. Ji ber nûnerê hemû Iraqê ne û dibêje: ‘’Ji Zaxoyê heta Faw’’ ji ber vê : ‘’Berpirsyariya dîroî û xwasteka Iraqiyan wê bihêle ku bereyekî berfireh em pêkbînin û ji hemû hêzên kurdî û Iraqiyan, ku Iraq ji vê krîzê derkeve.’’

Ji ber vê gotarê gelek rexne li ser Ala Talabanî hatin kirin. Ji ber vê jî di tora xwe ya civakî ya facebookê ya din a bi navê Ala Talabanî tê bikaranîn de tê gotin, ew hesaba din a binavê Ala Talabanî nêrînên YNKê belav nake.

Vê derbarê de çavdêrekî siyasî ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand; Demeke di nav YNKê û Gorran de diyardeyekî nû peydabûye û got: ‘’Ew rêveber û parlamenterên wa herdû partiyan di torên xwe yên civakî de hin gotinan belav dikin, lê piştre jî dema ku dibînin di asta navxweyî ya Kurdistanê de bandoreke negatîf dike, ji gotinên xwe paşde gav davêjin û dibêjin bi navê me hatine kirin û ew gotinane me nekirine.’’ Wek mînak jî gotinên Adil Mûradê sekreterê encûmena navendî ya YNKê û çend parlamenterên Tevgera Gorran destnîşan kir.

Basnews
Top