Serok Barzanî: Mafên Newtewan bi hijmara wan nayên pîwan
Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandeke eniya Tirkimaniya Îraqî kir.
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke eniya Tirkimanî ya Îraqê a bi Serokatiya Serokê eniya Tirkimanî Erşad Salihî kir.
Di civînê de ku her yek ji endamên Serkirdatî ya eniya Tirkimanî Aydin Merûf, Newzad Teymûr, Nuredîn Qibilan, Muhemed Elî Yûnis û berpirsê têkiliyan Ezedîn Xidir Rawî û Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Azad Koreçî jî tê de beşdar bûn, şanda mêwan spasiya Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir ku bi sedan hezar penaber li Kurdistanê de bicîh kirine û hevkariya wan dikin.
Şanda mêwan herwiha kêfxweşî û serfiraziya xwe jî ya li hember bihevre jiyanê ya li Kurdistanê de diyar kir û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Serok Barzanî a bo piştgîrî kirin ji pêkhateyên olî û etnîkî yên Îraqê û bidest xistina mafên wan diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan behsa têkoşîna hevbeş ya Kurd û Tirkimanan kir bo azadî û diyar kir ku ti neyar û nahezek nikare nakokî bixe navbera Kurd û Tirkimanan û tekez li ser parastina ewlekarî û aramiya Kurdistanê û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan û hemahengî di karên siyasî û Parlemanî de li ser astê Îraq û Kurdistan û parêzgehan de û herwiha tekez li ser parastina wan destkeftan kir ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya helwesta eniya Tirkimanî kir û balkêşande ser dîrokî têjî ji terajedî ya gelên Îraqê û tekez li ser vê yekê kir ku baweriya wan ya bihêz bi bihevre jiyan û rêz girtin ji pêkhateyan heye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Mafên netewan li gor hijmara wan nayên pîwan û netewe her neteweye û lazime rêz ji maf û daxwazên vî werin girtin û mafên wan werin parastin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku li dijî bikar anîna peyva kemîne û keme netewe bo pênase kirina netewan.
Derbarê rewş û çarenivîsa Îraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime çareseriyeke nû bo Îraqê were dîtin û pêkhateyên Îraqê jî di vê warî de lazime xwedan rol û biryar bin.
Serok barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê kir û ragehand ku gelê Kurdistanê dixwaze li gel cîran û gelên din yên deverê de di nava aramî û aştî de be û em li gel wan xwedan têkiliyên dîrokî, çandî û abûrî başin.
