• Sunday, 21 June 2026
logo

Li Hesekê dîsa di navbera Asayiş û milîsên Sûriyê de şer derket

Li Hesekê dîsa di navbera Asayiş û milîsên Sûriyê de şer derket
Li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava, cardin şer di navbera hêzên Asayişê û çekdarên rêjîma Sûriyê de derket.

Peyamnêrê K24 TV ragihand, îro danê sibê li taxa Isam Bexdî ya bajarê Hesekê, di navbera hêzên Asayişê û çekdarên rêjîma Sûriyê de şer derket.

Peyamnêrê televîzyona K24 da zanîn ku di wî şerî de 2 endamên Asayişê û 2 welatiyên sivîl birîndar bûne. Tê gotin ku heta niha jî şer didome.

Duh jî li bajarê Hesekê, di navbera hêzên Asayişê û çekdarên rêjîma Sûriyê de şer derketibû, di wî şerî de jî 3 kes birîndar bibûn.

Heta niha nayê zanîn sebeba şerê hêzên Asayişa Hesekê û çekdarên rêjîma Sûriyê çi bûye.

Ruxmî ku piraniya bajarê Hesekê di destê hêzên kurdî de ye lê heta niha jî komek çekdar û milîsên rêjîma Beşar Esed li wir mane.

Basnews
Top