Hikûmeta Kurdistanê: Îranê bi fermî daxwaza lêborînê ji Herêma Kurdistanê kir
Berpirsê peyewendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê, Ebdullah Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê, Felah Mistefa duh bi konsuên Îranê li Hewlêr û Silêmaniyê re hevdîtin kiribû û bi wan re li ser aloziyên vê dawiyê yên ser sînorê Rojhilat û Başûr her wiha gefên ku alîkarê fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê Husên Selamî li Kurdistanê xwaribû, gotûbêj kiribû.
Ebdullah Akreyî daye zanîn ku şanda Îranî, ji ber wan gefên Selamî, bi fermî daxwaza lêborînê ji Kurdistanê kiribûn û gotibûn, qesta wî fermandeyê pasdaran Herêma Kurdistanê nebûye çimkî “Herêma Kurdistanê dostê me ye û em naxwazin aramiya wê aloz bibe”.
Basnews
