13e hezar welatiyên sivîl ji Minbicê koçber bûne
Derbarê rêjeya wan sivîlan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de teke kir ku, proseya koçberiyê piştî ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) karîn bajarokê Minbicê dorpêçbikin, zêdebû.
Rewangehê da zanîn ku, Ji dema ku operasyona rizgarkirina Minbicê di 1ê meha borî despê kirî û heta niha 13e hezar welatiyên wî bajarî û derdora wê karîne birevin û ber bi navçeyên aram ve biçin.
Ji aliyê xwe ve peyamnêrê K24ê duh, di raporekê aşkere kir ku, bi sedan welatiyên taxa Hezawnê li başurê Minbicê karîn xwe ji şerûpevçûnan rizgarbikin.
K24
