• Sunday, 22 February 2026
logo

Felah Mistefa ji Qunsilê Giştî yê Îranê li Hewlêrê dipirse

Felah Mistefa ji Qunsilê Giştî yê Îranê li Hewlêrê dipirse
Duh 3 Hezîranê, Berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Qunsilê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Murteza Îbadî dawet kir, jibo pirsan derbarê gefên Îran bo ser Herêma Kurdistanê jê bike.

Cîgirê Fermandeyê Pasdarên Îranê Serdar Hisên Selamî di gotara roja Îna borî de li bajarê Tehran, gefa wêrankirina Herêma Kurdistanê li Hikûmet û Gelê Herêma Kurdistanê kiribû.

Derbarê gefên Selamî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh 2 Hezîranê di beyanmaeyekê de gefên Serdar Hisên Selamî bi temamî red kirin û ragehand ku divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê wek du dirawseyên baş bimînin.

basnews
Top