• Sunday, 22 February 2026
logo

MEXMÛR – Şer berdewam e!

MEXMÛR – Şer berdewam e!
Operasyona Artêşa Iraqê ya li eniya Mexmûrê berdewam dike û heta niha 3 gund ji destê çekdarên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Derbarê operasyonê de efserê Artêşa Iraqê Raid Emîn Şêxalî ji Rûdawê re ragihand ku gundên Mehele, Hesirye û Kerame bi temamî ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve hatine kontrol kirin.

Li gor gotina vî efserî di encama şer û pevçûnan de heta niha 29 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Demjimêr 04:00ê danê sibê Artêşa Iraqê li eniya Mexmûrê li dijî çekdarên DAIŞ’ê operasyonek da destpêkirin û heta niha jî berdewam dike.

Operasyon bi piştgiriya balafirên şer ên hêzên hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge tê birêve birin.

Armanca operasyonê kontrolkirina pira pira bajarokê Geyara ye.

Bajarokê Geyara dikeve 60 km başûr û rojhilatê Mûsilê. Geyara ji aliyê şêniyê ve yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û li ser ava Dîcleyê ye.

Pêvajoya Operasyonên kontrolkirina navçeyên Şergat û Geyara roja 18ê Hezîranê destpê kiribû. Ev herdu navçe dikevin navbera parêzgehên Selahadîn û Nînowa. Hêzên esmanî yên hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriya operasyonê dikin.

Rudaw
Top