Parlamentereka Gorranê daxwaz ji Ebadî kiriye serokatiyê ji Barzanî bistîne!
Parlamentera berê ya Gorranê Tavge Ehmed, ji malpereke iraqî re ragihandiye ku wê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye, serokatiya Herêma Kurdistanê ji Mesûd Barzanî bistîne!
Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê, Rênas Cano derheqê wê daxwaza sosret a Tavge Ehmed de ji BasNewsê re got, mijara serokatiya Herêma Kurdistanê tenê girêdayî gelê Kurdistanê ye. Yên ku dixwazin bi rêya Bexdayê re givaşê bixin ser PDKê û Barzanî, ez ji wan re dibêjim; Hûnê ti carî negihên mirada xwe!
Parlamentera Gorranê li Parlamentoya Iraqê, Şîrîn Reza jî li ser gotinên Tavge Ehmed ji BasNewsê re axivî û got, Tavge Ehmed êdî ne endama fraksiyona Gorranê ye ji ber wê jî hizr û ramanên wê ne yên Gorranê ne.
Basnews
