• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya bîrmendê Iraqî Hesen Elewî kir

Serok Barzanî pêşwaziya bîrmendê Iraqî Hesen Elewî kir
Roja şemî 02.07.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya zana û kesayetiyê siyasî û kultûrî yê Iraqî Hesen Elewî kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û her dû alî di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kir.

Her li vê hevdîtinê de Hesen Elewî têbîniyên xwe yên li ser proseya siyasiya Iraqê û paşaroja Iraqê û her wiha gengeşeya di navbera aliyan ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Top