• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsya: Pêşmerge dikarin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin!

Rûsya: Pêşmerge dikarin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin!
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov di hevdîtineke li gel Serokê ENKSê Îbrahîm Biro de ragihand, Pêşmergeyên Rojava dikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê û xell û welatê xwe biparêzin.

Şanda ENKS îro sêşemê ligel cîgrê wezîrê derve yê Rusya û nûnerê taybet yê serokê Rûsya ji bo karûbarên rojhilata navîn, Mîxaîl Bogdanov civiya.

Di civînê da behsa paşeroja Sûriyê û kirîza li welatî hat kirin.

Piştî cvînê serokê ENKSê Îbrahîm Biro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku wan di civîna xwe ya ligel Bogdanov de gotûbêj li ser 2 xalên sereke kirin, ku ew jî rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bûn.

Biro da zanîn, li ser rewşa kurdan li Rojavayê Kurdistanê Bogdanov got, ku ew bi yekrêziya navbera kurdan dixweş dibin, ji ber ku bi gotina wî Kurd dostê Rûsya ne.

Herwiha di civînê de, ENKSê û Rûsya bi giranî li ser Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî axivîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov derbarê pêşeroja Pêşmergeyên Rojava de ragihand, tiştekî normal e ku ew pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê û xelkê xwe biparêzin, lê li ser bingeha rêkevtinekê di navbera her du aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de.

Şanda ENKSê li ser vexwandina fermî ya Wezareta Derve ya Rusye, duh gehiştbû Moskowê.

Rudaw
Top