• Sunday, 22 February 2026
logo

Konsulê nû yê Amerîkayê bi serokwezîr da naskirin

Konsulê nû yê Amerîkayê bi serokwezîr da naskirin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemiyê 28.06.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Matiyas Mîtman konsulê giştiyê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li Hewlêrê û Kêm Giros konsulê nû yê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, Mîtman ku, di demeke nêzîk de wezîfeya wî weke konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi dawî tê, ji bona wê hevahengî û hevkariya di navbera wan de hebû, sipasiya serokwezîr û xelkê Kurdistanê kir û destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di demeke gelek dijwar de karîn bi baştirîn awayî îdareya herêma xwe bikin û destketiyên baştir bidest bixin.

Mîtman, Kîm Giros ku, dê di demeke nêzîk de weke konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dest bikar bibe, bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da naskirin û hêvî xwest ku, ka çawa piştgirî û hevkarî bi wî re dihat kirin, bi heman awayî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî û hevkariya Groz bikin ku, ew jî dê li ser xebatên xwe yên ji bo zêdetir bihêzkirina têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Mîtman kir ku di dema karkirina xwe de li herêma Kurdistanê gelek karên baş kirin û hêvî kir ku ew di karê xwe yê nû de serketî be. Serokwezîr tekîd kir ku, ka çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û piştevanê konsulê berê yê Amerîkayê bû, bi heman awayî piştevan û hevkarê konsulê nû jî dibe û hêviya serketinê jê re xwest.

Barzanî got ku, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîhan û herêmî hebe û hêvî xwest ku, têkeliyên Hewlêr û Waşîngtonê xurtir û berfirehtir bibin.

Rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorê û çend pirsên din di civînê de haitn gotûbêj kirin.
Top