Parlementarekî YNKê: Divê PDKê deriyê xwe ji me re veke, bêyî PDKê siyaset nabe
Êvara îro 28 Hizêranê şanda hevbeş a Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran (Gorran) di riya firokxaneya navdewletî ya Silêmaniyê ji Bexda vegeriyan Herêma Kurdistanê û di kongireyekî rojnamevanî de ku peyamnêrê BasNews jî lê amadebû neveroka serdana xwe diyar kirin.
Endamê Firekesyona YNKê di parlemenê Iraqê de Şiwad Dawidî di daxuyaniyekê de bo BasNews ragehand: “Şanda hevbeş bi mebesta ronî kirina naveroka rêkeftina xwe jibo aliyên siyasî yên Iraqê bi wan re civiya, ti aliyekî siyasî li dijî rêkeftina Gorran û YNKê bû.” Herwiha got: “Di dema civîna me ligel aliyên siyasî yên Iraqê me tekez kir ku, rêkeftina me dê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.”
Dawidî got: “Piştî bidawîbûna civînên me ligel aliyên siyasî bidawî bibin em dê dest bi cîbicîkirina bendên nav rêkeftinê bike.”
Herwiha got: “Em dest ji PDKê bernadin, herwiha divê PDKê jî deriyê xwe ji me re veke, jibo derbarê hemû mijaran em gotûbêjê ligel PDKê bikin, bêyî PDKê siyaset nabe, PDKê hêzek xwedî bandore û divê em ligel PDKê bicivin.”
Basnews
