• Sunday, 22 February 2026
logo

Tawanbarên êrîşa ser Rûdawê hatin girtin

Tawanbarên êrîşa ser Rûdawê hatin girtin
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê de, demjimêr 02:30yê şeva borî her du kesên ku êrişî navenda sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê kiribûn, ji aliyê hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatin girtin.

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser rênimaya Wezareta Navxwe û bi armanca parastina ewlehiya rêveçûna lêkolînan û dîtina hemû hevkarên wê grûpê, xwe ji belavkirina nûçeyê parast. Herwek berê jî ji bo heman armancê, ragihandina berpirsyariya DAIŞê ji êrişê belav nekir ku DAIŞê di du Tweetan de berpirsyariya xwe ji pêkanîna êrişa ser Rûdawê bi du narincokên destî ragihandibû.

Lê piştî ku nûçeya girtina êrişkaran ji aliyê çend dezgehên navxweyî ve hat eşkerekirin, Tora Medyayî ya Rûdawê vê nûçeyê belav dike.

Demjimêr 12:05ê şeva 25.06.2016an, êrişî ser navenda Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê yê paytexta Başûrê Kurdistanê hat kirin û di encamê de sê pasevan, karmendekî beşê pêwendiyan û şofêrekî Rûdawê birîndar bûn û ziyan gihîşte du otomobîlên weşana zindî ya Rûdawê.

Bi boneya girtina herdu êrişkarên ku êrişî ser Tora Medyayî ya Rûdawê kiribûn, em spasiya Wezareta Navxwe, Asayîş û dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê dikin bo girtina wan a bilez ji êrişkarên ser Tora Medyayî ya Rûdawê re û em rêza keda wan kesên ku kar kirin bo girtina êrişkaran yek bi yek digrin.

Her li vir em careke din spasiya xwe tekez û dubare dikin bo hevsozî û piştevaniya berfireh a gelê Kurdistanê, hemû serkirde û aliyên Kurdistanê, dewletên cîhanê û hemû rêxistinên navxweyî û navneteweyî û cîhanî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re.

Tora Medyayî ya Rûdawê
28.06.2016

Rudaw
Top