• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Minbicê HSD avahiya Hatinûçûnê kontirol kirin

Li Minbicê HSD avahiya Hatinûçûnê kontirol kirin
Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di pêşveçûnên xwe de di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê karîn avahiya Hatinûçûnê ku dikeve başur rojavayê wî bajarokî kontirol bikin.

Derbarê wan pêşveçûnên nû peyamnêrê K24ê li bajarokê Minbicê ragehand ku, derengiya şeva borî şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê avahiya çûnûhatinê dorpêşkiribûn û îro, danê sibehê ew dever kontirol kirin.

Li gor zanyariyê K24ê şervanên HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê di pêşveçûnên xwe de berdewam in, niha jî derbasî taxa El-Kerame û taxa El-Hezawine bûne, piştî ku, duh taxa El-Hewatmê ya li ser rêya Cerablusê kontirol kir bûn.

Operasyona rizgarkirina Minbicê di 1ê vê mehê de destpê kir.

K24
Top