PYDê rêkeftina deriyê Sêmalka binpê kir – Bacê distîne!
Çend roj berê, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka, ku roja 16ê Adara îsal hatibû girtin, dîsa vebû.
Nûnerê Barzanî di karûbarên Kurdistana Rojava de, Hemîd Derbendî piştî vebûna sînor gotibû, sînor hatiye vekirin lê êdî bac ji xelkê nayê standin, ne li aliyê Başûr ne jî li aliyê Rojava.
Rayedarekî Başûrî, ku haya wî jî rewşa sînorê Pêşxabûr-Sêmalka heye, ji Basê re got, di rojên destpêkê de rêveberiya PYDê girêdayî rêkeftinê bû û bac ji xelkê nedistand lê ji roja yekşema borî (26ê Hezîranê) de bac danîne ser tişt û kelûmelên ku ji sînor derbas dibe.
Wî jêderî da zanîn ku ev çend roj in hinek xelkê Rojava dixwazin pezên xwe derbasî Başûr bikin lê rêveberiya PYDê daxwaza gumrikê ji wan dike û dibêje, divê serê her pezekî 50 dolarî bidin. Serê her mivorekî jî 100 dolarî distînin.
Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê, Îmad Birho li ser vê mijarê ji Basê re got, em heta niha baş nizanin ka rayedarên PYDê bacê ji xelkê distînin yan na. Lê bi qasî ku em dizanin PYD bi rêyek din bacê ji bazirganan distîne. Kamyonên wan li cihekî dide sekinandin, rojê 50 dolarî ji wan distîne! Eger kamyona yekê 7 rojan li wir bimîne 350 dolarî dide wan. Bazirgan jî neçar dimînin wî pereyî li nirxa tiştan zêde bikin, bi vî rengî tişt biha dibin.
Nûnerê “Bizava Çaksaziya Kurd li Sûriyê” li Herêma Kurdistanê Cidhan Elî jî li ser vê mijarê ji Basê re got, haya me jê nîne ku PYD bac daniye ser wan tiştên ku ji Başûr diçin Rojava. Lê rêveberiya PYDê bacê ji wan tiştên ku ji Rojava derbasî Başûr dibin, distîne.
Cidhan Elî her wiha got, standina bacê, ji aliyê kîjanê ve be, binpêkirina rêkeftina vekirina deriyê sînorî ye. Eger sînor were girtin dîsa xelk dê ziyanê bibîne.
Basê hewl da nêrîna nûnerê Barzanî û berpirsê dosyeya Rojava, Hemîd Derbendî û rayedarên PYDê li ser vê kirîzê bizane. Derbendî got, ez niha naxwazim li ser vê mijarê qise bikim. Peywendiyên rayedarên PYDê jî li ber dest nebûn.
Basnews
