• Sunday, 22 February 2026
logo

DBP: 21 hevserokên şaredariyan di girtîgehan de ne

DBP: 21 hevserokên şaredariyan di girtîgehan de ne
DBPyê duhî hevserokên şaredariyên DBPyî kom kirin. Di kombûnê de hat dîyarkirin ku hevserokê DBPyê Kamûran Yûksek û 21 hevserokên şaredariyan di girtîgehan de ne.

Navenda Giştî ya DBPyê, duhî piştî civîna hevserokên şaredariyan daxuyaniyek belav kir.

Bi daxuyaniyê hat diyarkirin ku Kamûran Yûksekê hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), 21 hevserokên şaredariyan yên endamên Dîwana Birêvebir a DBPyê û 92 endamên dîwanên birêvebiriya bajaran ên DBPyê di girtîgehan de ne.

Di civînê de tengkirina warê jiyana li Liceyê jî hat şermezarkirin.

‘’Birêvebiriyên serbixwe yên demokratîk dê bi perspektîfa komara demokratîk alîkariya çareserkirina pirsgirêkên digel Sûriyeyê bike.

‘’Pêvajoya vê sala paşiyê encamên polîtîkayên şerî yên AKPyê ne. AKPyê hêzên leşkerî û polîsan xist mercîyetê, kevneşopiya polîtîkayên xwe yên ewlehîperest nû kiriye û pêvajoya çareseriyê berhewa kiriye.

Di serî de hevserokê me yê giştî, Kamûran Yûksek, bi dehan endamên dîwana me ya birêvebir û partiya me, endamên dîwana me ya birêvebir û ew kesên bi dengên welatiyan bûyîn hevserokên 21 şaredariyan, 92 endamên birêvebiriya giştî û birêvebiriyên bajaran ji karî hatine derêxistin.
Top