• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK çend kesan bo erkê îdarî ya parêzgeha Hewlêrê diyar dike

PDK çend kesan bo erkê îdarî ya parêzgeha Hewlêrê diyar dike
Serokê lîsteya zer di encûmena parêzgeha Hewlêrê de amaje bi vê yekê kir, ku polîtburoya PDKê mijûlê diyar kirina çend kesane bo erkê îdarî yê sînorê parêzgeha Hewlêrê û ew jî di çarçoveya gohertinên îdareya wî bajarî de wê pêkbên.

Serokê lîsteya zer di encûmena parêzgeha Hewlêrê de Kenan Xeylanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî cejna remezanê desbi diyar kirin û destnîşankirina wan kesane wê bê kirin ku bo erkê îdarî yê parêzgeha Hewlêrê bên erkdarkirin û ew jî di çarçoveya gohertinên ku PDKê biryar daye li sînorê parêzgeha Hewlêrê de wê bên kirin.’’

Xeylanî ji BasNewsê re got: ‘’Hejmara wan birêveberiyan nehatiye diyar kirin, ku birêveberê wan wê bê gohertin. Lê li gor lêkolînan li kîjan cihekê pêwîst bi gohertinê bike, wê derê wê gohertin pêkbê.’’ Herwaha got polîtburoya PDKê biryar li ser diyarkirina wan kesane dide ku wê bên erkdar kirin.

Basnews
Top