Necmedîn Kerîm: Bexda zilmek mezin li Kerkûkê dike
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, îro di civîneke rojnamevaniyê de behsa serdana xwe ya Rûsyayê kir û got, ez li ser vexwendina fermî ya alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê çûbûm Mosko. Li wir şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî jî li wir bû. Me hinek hevdîtinên hevbeş bi rayedarên Rûsyayê re kir.
Necmedîn Kerîm anî ziman ku Kerkûk li derve pir girîng e lê hikûmeta Iraqê zilmê lê dike û got, bi rastî Bexda zilmek mezin li Kerkûkê dike. Beriya niha Bexdayê daxwaz kiribû %3 mûçeyê karmendên Kerkûkê kêm bikin û bidin milîsên şîe. Hikûmeta Iraqê her wiha daxwaz kiribû di wergirtina karmendan de, divê zarokên wan milîsên şîe, polîs û serbazên iraqî yên di şer de hatine kuştin, pêşiya welatiyên din bên îstixdamkirin!
Parêzgarê Kerkûkê da zanîn ku wî ji Bexdayê re nameyek şandiye û pirsiye: Lê ka pişka Pêşmerge? û got, di bersiva min de gotine ku ew biryar ji aliyê parlamentoyê ve hatine dayîn û parlamenterên kurd jî gilî nekirine! Wê çaxê ez ji parlamenterên kurd re dibêjim; hûn li ser tiştên biçûk ji Bexdayê dixeyîdin lê çima li ser tiştên girîng ên mîna Pêşmerge, dengê xwe nakin!
Necmedîn Kerîm her wiha got, min ji Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî re got ku eger rewşa Kerkûkê wiha bimîne dê kêşeyên mezin derkevin. Ebadî tenê ev ji min re got “rast e kêşeyên mezin hene!”
Basnews
