Planeke din a Bexdayê ya zêdekirina rêjeya Ereban li Kerkûkê hate aşkera kirin
Berpirsê saziya rewşenbîrî û ragehandina PDKê li Kerkûkê Kawêz Mela Perwêr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destverana Bexdayê li Kerkûkê li gor berê gelek zêde bûye û plana wan a herî nû jî her koçberekî Ereb li bajêr bi zewice nasnameya Kerkûkê didin wî, ku hejmara ereban li bajêr zêde bikin.’’
Kawêz Mela Perwêz ji BasNewsê got, Bexda bi tu awayekê Kerkûk ji bîrnekiriye, ji ber siyaseta Bexdayê heman siyaseta berê ya li hember Kerkûkê û Kurdistanî bûna Kerkûkê berdewam dike û got: ‘’Bexdayê xelkên ku jê bawer bo rêvebirina Kerkûkê diyar kiriye, ku serêşî bo wan çênebe, bi taybet parêzgehê Kerkûkê jî yek ji wan e.’’
Herwaha got, dagirkirina navçeyên Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, Kerkûk piraniya xwe bi aliyê îdarî ve, bi Bexdayê ve hate girêdan. Herçend sedemên erdnîgarî li Bexdayê ji bo cudakirina Kerkûkê ron û aşkera jî bûn ev yek pêkhat.
Zêdekirina rêjeya ereb beranber bi herdû pêkhateyên kurd û tirkmen, yek ji rêya wan a herî diyare ji avabûna Iraqê heta naha, ji bo gohertina demografiya Kerkûkê pêkanînên wan berdewam in.
Basnews
