YNK û Goran: Em ji Iraqê cûda nabin
Şandeke hevbeş ê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran li Bexdayê li li gel partî û aliyên siyasî yên Iraqê hevdîtinan dikin û behsa naveroka rêkeftina xwe dikin.
Şanda hevbeş roja 25ê Hezîranê jî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Endamê Polîtbûroya Partiya De’wa Elî Elaq ku bixwe jî beşdarê vê civînê bibû, derbarê naveroka civînê de bo Rûdawê axivî û diyar kirk u şandê ji bo wan ragihandiye ku êdî YNK û Goran yek in û li hikûmet û parlamenê jî wê bi hev re kar bikin.
Elaq herwiha got:
“Şandê diyar kir ku ew dixwazin danûstandinên cidî li gel Bexdayê bikin, pêwendiyên xwe pêş de bibin û komîsyonan ava bikin da ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareser kirin.”
Elî Eleq ragihand ku li hember pirsa Heyder Ebadî ya li ser referandûmê jî şanda hevbeş gotiye ku ew weke bereyekê dixwazin danûstandinên li gel Bexdayê ji nû ve bên sererastkirin. Elaq eşkere kir ku şandê nêrîna xwe ya derbarê cûdabûna ji Iraqê jî vegotiye û diyar kiriye ku ew ji Iraqê cûda nabin û beşek in ji Iraqa yekgirtî.
Endamê Polîtbûroya Partiya De’wa helwesta partiya xwe ya derbarê referendum û cûdabûna Kurdistanê ji Iraqê jî eşkere kir û got:
“Ew kesên dibêjin emê ji Iraqê cûda bibin, em li gel wan naaxivin. Lê ewên li gel yekîtiya Iraqê ne, bê guman pêşwaziya wan dikin.”
Dawûdî: Êdî PDK ne partiya yekem e
Endamê şanda hevbeş a YNK û Goranê Şivan Dawûdî jî bo Rûdawê ragihand ku koma YNK û Goran a Parlamentoya Iraqê, mezintirîn koma Kurdistanî ye û herdu partî bi hev re dibin xwedanê 30 kursiyan.
Parlamenterê YNK’ê Dawûdî dibêje wan ji Bexdayê re gotiye ku êdî rê nadin serweriya hizbî ya PDK’ê û hevsengiyekê hêzê çêdikin, ji ber êdî PDK ne partiya jimara yek e û got:
“Êdî PDK nikare bi sere xwe biryaran derbarê kirîn û firotina petrolê, biryarên siyasî û îdarî jî bide. Me ji Bexdayê re jî gotiye ku emê hevsengiyekê bo wergirtina biryarên siyasî çêbikin.”
Helwesta YNK û Goranê bûye sedema gûmanan
Freaksiyonên Komel û Yekgirtûya Îslamî û PDK ji vê helwesta YNK û Tevgera Goran nîgeran in û hindek alî jî danûstandinên şanda hevbeş a li gel Bexdayê weke perçekirina hêza Kurdan, bi nav dikin.
Derbarê mijarê de Serokê Koma Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku berjewendî û pêwendiyên partiyan bûye sedema perçekirina hêza Kurdan li Bexdayê.
Reşîd got:
“Kurd êdî li Bexdayê xwedanê nêrînên cûda ne. Nêrîna YNK û Goran bi hev re ye. Nêrîna PDKê û herwiha nêrîna herdu partiyên Îslamî yên Komel û Yekgirtû ji hev cûda ne. Ev yek jî zirarê dide pêgeha Kurd li Bexdayê ku beriya niha yek deng û yek hewlest bûn bûn.”
Ehmed Hecî Reşîd, şêweyê danûstaninên şanda YNK û Goran yên li Bexdayê jî rexne kir û wiha axivî:
“Kurd êdî bi du bergehan dice Bexdayê ku ev yek jî ji bo Kurdan şermek mezin e.”
Cano: Divê YNK û Goran li benda sûprîzan jî bibin
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Rênas Cano jî behsa helwesta şanda hevbeş a YNK û Goran kir û got:
“Her dema ku Goran û YNK bixwazin li ser hejmara kursiyên parlamenê li hember PDK’ê lîstikan bikin, divê li benda sûprîzan jî bibin. Madem pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya YNK û Goran çareser dibin, çima heta niha çareser nekirin?”
Cano herwiha ev pirs jî ji rêveberiya Iraqê kir û got:
“Çima Ebadî pirsgirêk li gel 65 kursiyan (kûtleya Kurdistanî) çareser nekir û dixwaze li gel 30 kursiyan (YNK û Goran) çareser bike? Freaksiyona YNK û Goran bi sere xwe li Bexdayê navebda biryarê nînin ku bikarin bi nave Kurdan biaxivin.”
Ebdullah: YNK û Goran êdî yek in
Endamê şanda hevbeş û Berpirsê Şanda Tevgera Goran Hoşyar Ebdûlah jî amaje bi rêkeftina navbera herdu aliyan da û diyar kir ku rêkeftin projeyek siyasî ye û herdu partî êdî li Hewlêr û Bexdayê yek in.
Ebdûlah diyar kirk u wan nûsxayek ji rêkeftina xwe dane Ebadî û ew jî ji rêkeftina herdu aliyan xweşhal bûye. Hoşyar Ebdûlah herwiha da zanîn ku wê şanda wan heta 28’ê Hezîranê li Bexdayê bimîne û hevdîtinên xwe berdewam bike.
Emîn: Hevdîtinên YNK û Goran ne normal in
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî li hember vê helwestê nîgeran e û Serokê Koma Yekgirtû li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn jî dibêje ku Kurd heta niha li Bexdayê yek ji bihêztirîn koma siyasî bûn lê partîbazî zirarê dide vê pêgehê.
Emîn got:
“Li gor nêrîna min hevdîtinên Goran û YNK’ê yên li gel aliyên Iraqî ne tiştek normal e. Wê ev yek karîgeriyê li nav mala Kurd jî bike.”
Rudaw
