Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka Îtaliya dike
Casini kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û behsa serdana xwe ji bo binkeya meşiq û rahênan Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku ji aliyê pisporên serbaziyên Îtaliya meşq û rahênan bi wan dihê kirin. Her wiha serketinên berdewamên pêşmerge li şere dijî terorê giring nirxand ku karîne bi qehremaniya xwe pêgehekê giring ji bo Herêma Kuridstanê li ser asta cîhanê çê bikin û bibine cihê şanaziya civaka navdewletî.
Li pareka din a axaftina xwe behsa têkiliyên bihêzên navbera Herêma Kurdistan û Îtaliya kir û hêvî xwest li hemû waran bihê pêş xistin. Her ji bo vê pirsê alîkarî û hemahengiya Komîteya Derveya Snêta Îtaliya nîşanda û daxwaz ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir serdana Îtaliya bike û raste rast rewş û daxwazên Gelê Kurdistanê bigehîne raya giştiya Îtaliya û alîkariyên pitir ji bo Herêma Kurdistanê bi dest bîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û têbîniyên şanda mêvan kir, her wiha spasiya gel û Hikîmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên berdewamên Îtaliya bo Herêma Kurdistanê nîşanda û destxweşiya pisporên serbaziyên Îtalia kir ku li Herêma Kurdistanê meşq û rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin.
Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Romayê, Nêçîrvan Barzanî ji bilî nirxandina têkiliyan, amadeyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nişanda ji bo pitir Pêşxistina têkiliyan, spasiya Casini jî kir ku li demêm borî û niha bi baştirîn metûd piştîvaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Her du aliyan li dawiyê bal kişandine ser têkiliyên navbera Hewlêr û Baexdayê û pêdagirya Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina pirsgirêkên digel Bexdayê bi rêya diyalog û danpstanê û her wiha piroseya rizgarkirina bajarê Musilê û deverên din ji destê terotîstên DAIŞê bi hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û hevpeymanan.
