Atalan: HDP ne lidijî Referandoma Herêma Kurdistanê ye
BasNews hevdîtineke kurt pêre encam da.
BasNews: Hûn çima li Berlînê ne?
Alî Atalan: Bi fermî em hatine vexwendin bo Elmanya jibo hevdîtinan ligel aliyê Elmanî, me çav bi hin serkirde û partiyan ketiye, herwisa çend panêl û semînar me encam dan.
BasNews: Di asta bilind de we kî dît û liser çi hûn axivîn?
Alî Atalan: Di serî de me hevdîtin bi wezareta karên derve a Elmanya pêkanî, me ji bo pêvajoyê agahiyên ser bajarên me ên hatine wêrankirin, rûxandin û şewtandin, mirovên me tên koştin, winda kirin, û liser şer û faşizma ku dijî gelê me ji hêla dewleta AKPê û hikûmeta ku tê meşandin me ew agahî dan. Me behsa koçerberbûna welatiyan jî kir ku, ji sitem û zordariya dewletê baz didin.
BasNews: Aliyê Elman gehiştiye wê baweriyê ku dewleta Tirkiyê derheqî gel de mafan pêşêl dike?
Alî Atalan: Sedî sed baweriya hemû serkirde û siyasetmedaran, partî û rayedarên dewletê em dikarin vêna bêjin kurt û cewherî ku ketiye wê baweriyê hatiye wê encamê ku hikûmeta AKPê dixwaze hemû têgehiştina xwe hizir û hesta xwe bi Tirkitiya xwe bi alekî, bi dewletekî, miletekî ku hertim diqîre Erdogan ku gelê kurd zilmê lê dike, gelê kurd tê eşkence kirin, herwisa rojnamevan, nivîskar, rewşenhizir û kesatiyên li welat têne perçiqandin.Herwisa wan binçav dikin dixin zîndanan, nabe demokratxwaz bi azadî baxivin. Ez dikarim bêjim dewleta elman vêna dizane û baş Tirkiyê nas dike di vê serdemê de.
BasNews: Wek nimûne Brîtanya referandom kir, ev mafê gelane ji bo Kurdistana Başûr hesta we çiye, hûn piştevaniya Serok Barzanî dikin?
Alî Atalan: Em dibêjin gelê kurd mafê wî heye bo referandomê bi hilbijartinê derbarê çarenûsa xwe biryarê bi de, fedraliyetê dixwaze, otonomiyê dixwaze yan jî Serxwebûnê dixwaze ev mafê gelê kurde. HDPe ne li dijî ku gelê kurd bêje, dema ku bixwaze bêje ez serxwebûnê dixwaze, lêbelê HDPe vêna dibêje “Heta ku ji me wêre heye mumkin be em di rojhilata navîn de weke yekêtiya ewropa em bi hevra bijîn, eger ne mumkin be gel maf heye ku di Îraqê de rewşa jiyanekê nîne, nimûne şî'ene, sunîne û şer jî herdem heye, gelê kurd mafê wî heye ku serxwebûna xwe îlan bike, lê ku gelê kurd li wê derê bixwaze)
BasNews: Li Iraqê kurd û Ereb ne mumkine bi hev ra bikarin bijîn, aya li Tirkiyê kurd û Tirk dikarin bihevra bijîn?
Alî Atalan: Rewşa li Tirkiyê de ne weka a li I raqê ye cudatire, em hîna bi bawerîne ku li Tirkiyê de jiyaneke hevra demokratîk wek hev gelê Tirk û Kurd bihevra bijîn ev baweriya me hîna xelas ne bûye. Erdogan û derdora wî bi faşizma wan ser gelê kurd tê meşandin jî, em hêviya xwe û baweriya xwe me qut ne kiriye, ku jiyaneke wek hev bi hevra bi demokratîk bijîn.
BasNews: Mafê Ola Êzdiyan ber bi ku ve diçe li Bakûr, beriya niha pir sitem dihat kirin, niha çawa ye?
Alî Atalan: Mafê Êzdiyan li Bakûr û li Tirkiyê mixabin wek hebûna wan jî hîna nayê pejrandin, di nifusê wan de Îks (X) tê nivîsandin, anku bê dîn bê hebûn bê bawerî, netewe jî weke Tirk tê naskirin, mal û milk û gundên Êzidiyan hîna jî hatiye îşkal kirin yan jî zorî li wan tê kirin, her wisa heqaret li wan tê kirin, taybet bi gotinên serok komarê Tirkiyê Erdogan ku dibêje hereketa kurd, partiyên kurd partiyên Zereştîne, ew wê yekê dibêje Êzdî çima wiha dibêje, ji ber ku bizava rizgarîxwaziya kurd rêzê dide Êzdiyan, êzdahî jî jêder û dîroka kevnar dide gelê kurd, ew zora Erdogan diçe, her wisa heqaret û bêrêziyê dike, ev di serê xwe de weke kumkojiye hember Êzdiyan, ti maf û heq û hiquqê Êzdiyan li Bakûr û Tirkiyê de nîne, lê em naçarin ji bo wergirtina mafan û danenaskirina wan berdewam bi xebitîn.
Hêjayî gotinê ye Alî Atalan liser lîsta HDP bu ye endamë parlementuya Tirkiyê, ew ji ula Êzdiyane demek dirêj li Elmanya jiyaye, ji bajarê Mêrdînê bi hejmareke baş a dengan ket parlementoyê.
Basnews
