• Sunday, 22 February 2026
logo

PDKê bersiva Gorran û YNKê da: Hûn çi dixwazin, bêjin!

PDKê bersiva Gorran û YNKê da: Hûn çi dixwazin, bêjin!
Partiya Demokrata Kurdistannê (PDK) bang li Gorran û YNKê kir her çi tiştekî hebe ji PDKê re bêjin lê pêwîst nake ji aliyên iraqî re bêjin!

Parlamenterê Gorranê û endamê şanda hevbeş a YNK û Gorranê, ya ku çûye Bexdayê, Kawe Mihemed îro ragihand, wan ji serokê hevpeymaniya hêzên niştimanî yên Iraqê Usame Nucêfî xwestine, ji PDKê re bêje rêkeftina YNK û Gorranê ne li dijî wê ye!

Di bersiva wî parlamenterê Gorranê de, endamê rêveberiya PDKê Necet Hesen ji BasNewsê re got, ev daxuyanî ji bo veşartina serdana wan a Bexdayê ye. Lê ew nizanin ev reftara wan ziyanê li navê Herêma Kurdistanê dide. Ew dixwazin bi vê yekê xelkê bixapînin û nîşan bidin qaşo pêşhatên siyasî bi dilê wan e!

Wî rayedarê PDKê her wiha got, Newşîrwan Mistefa (kordînatorê giştî yê Gorranê) dikare bi rêya medyayê çi bixwaze ji PDKê re bêje ji ber wê jî pêwîst nake bi rêya kes yan aliyekî iraqî vê yekê bike.

Basnews
Top