Serokatiya civata wezîran: Divê axa Herêma Kurdistanê ji bona êrîşkirina ser dewletên cîran neyê bikaranîn
Ev li jêr teksta wê daxuyaniyê:
Di dema çend rojên bûrî de deverên ser tixûbî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê ve tên bombebaran kirin ku di encam de hijmareke hevwelatiyên Herêma Kurdistanê birîndar bûne, herwesa xelkê bi dehan gund jî neçar bûn gundên xwe çol bikin û bi dehan şivan, cotkar û koçer jî neçar bûn ji zozanan bên xwarê û ziyaneke mezin ber bi çandinî, terşûtewal û jîngeha Herêma Kuridstanê ketiye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wan ziyanan radigehîne û daxwazê ji her du dewletên cîran; Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê dike bombebarana deverên ser tixûb rawestîne. Herwesa hikûmeta Herêma Kurdistanê îsrarê li ser wê yekê dike ku siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê digel cîranan nehatiye guhertin û bi dostanî û qanûnên navdewletî ji bona parastina aramiya tixûbê wan dewletan û hewildan ji bona aşitî û aramiyeke berdewam ji bo gelê Herêma Kurdistan, gelên Îran Tirkiyeyê û yên devera pabend e.
Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember bikaranîna ax û tixûbên Herêma Kuridstanê ji bo ziyangehandin û êrîşkirina ser welatên cîranên Herêma Kuridstanê ji aliyê hindek aliyên opozisyonên Komara Îslamiya Îranê û ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve, radigehînin e û daxwazê ji hemû aliyan dike ku êdî axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser cîranên Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn û hurmetê ji aramîya jiyana xelkê herêma Kurdistanê re û ji qanûn û têkeliyên dostaneyên Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran re bigirin.
Serokatiya civata wezîrên Herêma Kuridstanê
26.06.216
