• Sunday, 22 February 2026
logo

YNK û Goran diçin Bexdayê

YNK û Goran diçin Bexdayê
Biryare şandeke hevbeş ê YNK û Tevgera Goran serdana Bexdayê bikin û ligel partî û aliyên siyasî yên Iraqê behsa rêkeftina navbera herdu aliyan de bikin.

Şandeke hevbeş ê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran bi armanca pêkanîna hevdîtina ligel partî û aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê dikin.

Derbarê mijarê de Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Şivan Dawûdî bo Rûdawê ragihand ku herweke hevdîtina ligel partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, biryara herdu aliyan wesa ye ku hevdîtinê ligel aliyên siyasî yên Iraqê jî bikin.

Bi Ebadî re rûdinin

Dawûdî da zanîn ku wê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî hevdîtina bikin û amaje bi wê yekê kir ku wê wê ev hedîtin li ser navê herdu partiyan be. Dawûdî got:

“Wê di hevdîtinan de behsa armanca rêkeftina di navbera YNK û Goran de bê kirin. Hevdîtina ligel Ebadî û berpirsên din ên Iraqî wê li ser navê herdu partiyan be.”

Şivan Dawûdî herwiha ragihand ku di bernameya wan de hevdîtina ligel nûnertiya Neteweyên Yekgirtî (YNK) yê Iraqê jî heye.

Kesên di şandê de

Di şanda hevbeş a herdu partiyan de ji freaksiyona YNKê Ala Talabanî, Bextiyar Şawês û Şivan Dawûdî û herwiha ji ji freaksiyona Goran jî Hoşyar Ebdulah, Kawa Mihemed û Sîrwe Ebdûlwehîd, cîh digrin.

Li gor xala 15emîn a rêkeftina navbera YNK û Goran de, bi armanca yekkirina helwesta siyasî û yasayî herdu aliyan, wê freaksiyonên herdu partiyan ên parlamena Kurdistanê û ya Iraqê û herwiha civatên parêzgehan jî bibin yek.

Hêjayê gotinê ye ku li Parlamena Iraqê YNK xwedan 21 û Tevgera Goran jî 9 kursiyan e.

Rudaw
Top