Bo cara yekem alîkarî gehêşte Şêx Meqsûd
Ji ber kêmbûna madeyên xwarinê û girtina bazarên taxê, Saziya Heyva Sor A Kurdistanê bi dehê caran bang li Rêxistinên Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku korîdorên bi ewle vekin û alîkariyê derbasî taxê bikin, lê tu kesî dengê xwe dernedixist.
Welatiyên taxê di vê rewşa dorpêçê û qutkirina riyên alîkariyê de, trajediyek jiyan dikirin. Piştî banga bi dehê caran û dorpêça ku 9 mehan, NY cara yekemîn alîkarî ji welatiyên Taxê re rê kir.
NY 13 kamyonên xwarin, şîrê zarokan, derman, alavên dibistanan , kon û hwd, şandin taxê.
Piştî ku hewldan hatin kirin ku qêrînên ji taxê der tên bigihêjin rêxistinên mafên mirovan û taxa Şêxmeqsûd bikeve lîsteya herêmên dorpêçkirî, NY alîkarî ji taxê re sand.
Aliyên berpirsyar dane zanîn ku dê di rojên pêş de jî, NY kamyonên din ên madeyên xwarinê ji taxê re rêke.
