Tevgera Îslamî ji Barzanî xwest serdana Silêmanîyê bike
Îhsan Şêx Elî Ebdulezîz, endamê serkirdayetî û berpirsê peywendîyên niştîmanî yên tevgera îslamî, di postekî da li tora civakya facebookê, daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir, bo asayikirina peywendîyan û çarekirina rewşa sîyasî ya herêmê, serdana bajarê Silêmanîyê bike û piştî serdana Mam Celal û Newşêrwan Mustefa, hemû alîyên sîyasî daxwaz bike fitarekê û dawîyê li vê rewşa ne asayî bîne.
Wî serkirdê tevgera îslamî daye zanîn, ku Barzanî weku serokê herêmê, dikare rolê bav û birayê mezinê her takekê Kurdan bigêre û hêvî jî xwestîye, ku Barzanî wê seredanê bike û guhdarîya dengên ne razî neke, ji berku encamdana wî karî, dê di dîrokê da bê nivîsîn.
Ev di demekî daye,ku doh Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, di peyamekê da, hemû hêz û alîyên sîyasî yên herêma Kurdistanê, li dor pirsa referandom û serxwebûnê, gazîkirine kombûnekê.
war.tv
