• Sunday, 22 February 2026
logo

Bakûr – Vê sibehê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Bakûr – Vê sibehê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Çelê ya Colemêrgê, 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Fermandehiya giştî ya artêşa Tirkiyê ragihand, îro danê sibê li gundê Qizileyşanê yê Dêrikê, komek leşker rastî êrişa gerîlayên PKKê hatin, di encamê de 2 serbaz hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermandehiya giştî ya Tirkiyê, îro danê sibê li nêzîkî navçeya Çelê ya Colemêrgê jî teqînek çêbû, di encamê de 4 serbaz hatin kuştin. Di daxuyaniyê de behsa birîndaran nehatiye kirin.

Di heyama çend rojên borî de artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên serbazî li dijî hêzên PKKê yên li nav gund û deverên çiyayî yên Kurdistana Bakûr kiriye.

Basnews
Top