• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Babê 20 welatiyên din yên Kurd hatin kuştin

Li Babê 20 welatiyên din yên Kurd hatin kuştin
Terorîstên DIŞIê li Babê 20 welatiyên din yên Kurd kuştin.

Terorîstên DIŞIê li dijî kurdên herêma Babê komkujiyeke din pêk anîn. Herî kêm 20 welatî hatin kuştin û 900 kes jî hatine revandin.

Çavkaniyên taybet ên ANHA’yê ji herêma Babê ragîhadnin ku terorîstên DIŞIê 15 gundên Kurdan ên girêdayî Babê dorpêç kirine, her gav û saet êrîşî welatiyên van gundan dikin.

terorîst ji van gundan 900 welatiyên Kurd ku di nava wan de jin û zarok jî hene, revandin û ew xistin Girtîgeha Bajaroka Qebasînê yê girêdayî Babê.

Li gorî heman çavkaniyan, çete girtiyan bi zorê dişînin eniyên şer ên bajaroka El-Rayî û Minbicê û bi xendekan bi wan didin kolandin, her wiha wan wekî mertalên zindî bikar tînin.

Ji girtiyan 20 kesên ku hewl dan xwe ji destê çeteyan xelas bikin û fermanên wan red kirin, li ser destê çeteyan bi şêwazekî hovane hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Gundên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û rastî êrîşên çeteyan tên ev in: Qar Kelbîn, Qibet El-Şîh, Ereb Wêran, Kehîbê, Sosinbat, Şibêran, Til Betal, Kawkulî, Şawa, El-Erîmê, Til Cerha, Numan, Qebasîn, El-Nêrebiyê û El-Boxaz.

Top