Serok wezîrê Brîtanya dest ji kar kişandina xwe ragîhand
Piştî iro encamên referandomê hat aşkere kirin ku ji sedî 51,8 dengan gelê Brîtanya daxwaza cudabunê kir.
Piştî encamên referandomê hat ragîhadin serok wezîrê Brîtanya David Cameron di daxuyanîyekê da dest ji karkêşana xwe ragîhand û pesnê demokrasîya welatê xwe da û dîyar kir mezintirîn çalakiya demokrasiyê di dîroka xwe li dar xist. Îro gelê Britanya, Bakurê Îrlanda, Wales û Skotlendayê bi hev re deng dan. Em pê bi rûmet in ku me demokrasiyeke parlamentar heye û dema pêwîst e em ji gel jî dipirsin. Gelê Brîtanî biryar da ji Yekîtiya Ewropayê derkeve. Divê em rêz ji biryara gel re bigirin.”
Cameron dema îstîfaya xwe eşkere kir û got: Ez dê hewl bidim di vê demê de welatê me birêve bibim. Lê ne bawer im karê min e ez giftûgoyên cûdabûnl digel YEyê bikim. Cotmehê pêwîstiya me bi rêberekî nû heye.
War.tv
