Li Girê Sipî leşkerên Tirkiyê 3 welatiyên kurd şehîd kirin
Çalakvan Rodî Osman ji Girê Sipî ji BasNews re ragehand: “3 welatiyên Kurd ji gundê Ebû Gibir ser bi Girê Sipî ve vê sibehên 22 Hizêranê bi guleyên leşkerên Tikr hatin şehîd kirin.”
Herwiha got: “Welatiyên gund bi zor û zehmetî termê her sê qurbaniyan kişandin, jiber leşkerên Tirk bi berdewamî gule bi sere sere wan de dibaran din.”
Ev duyemîm komkujiya ku leşkerên Tirkiyê wê li ser sînor pêk tînin di heyamê heftiyekê de, berî çend rojan leşkerên Tirkitê 11 welatî li ser sînor kuştin bêhtirê wan zarok û jin bûn.
Basnews
