Tirkiye nahêle Minbic were azad kirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Qereyilan diyar kir ku operasyona Minbicê ji bo Bakurê Sûriyeyê pir girîng e û got: “ Dewleta Tirk ji bo ev operasyon bi ser nekeve di ser Cerablusê re destekê dide DIŞI’ê.”
Qereyilan diyar kir, tevî ku Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye jî, pêşketinên ku lê çêdibin pir girîng in û da zanîn, ev pêşketinên li Rojava çêdibin hem di asta demokratîkbûna Sûriyeyê û hem jî Rojhilata Navîn de wê bandorek pir mezin a erênî bike.
Qereyilan siyaseta AKP û dewleta Tirk a li hemberî Rojava jî nirxand û got, AKP ji bo operasyona Minbicê bi sernekeve hemû hewldanên xwe xistine dewreyê.
