Gibraîl Mûşê Gewriya azad hate berdan
Îro 22 Hizêranê, Gibraîl Mûşê Gewriya ji paytexta Sûriyê ji Dimeşq azad hate berdan, çalakvanekî ji Rewangeha Aşûrî bo Mafê Mirov ji BasNews re ragehand: “Rêjîma Sûriyê Gibraîl Mûşê Gewriya azad berda .”
Gibraîl Mûşê Gewriya berî du salan li Qamişlo hate destgîr kirin di roja 19 Kanûna 2013 de.
Gibraîl Mûşê Gewriya berpirsê Polîtbîroya Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk a Sûriyê ye û yek ji damezirênerê Encûmena Niştimanî Sûrî û Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê bû.
Basnews
