Rojhilat – Komek pasdarên kurd çeka xwe danîn
Malpera fermî ya PDKÎ eşkere kir ku piştî şerê vê dawiyê yê di navbera hêzên Rojhilatî û pasdarên Îranê li nêzîkî bajarê Şino yê Kurdistana Rojhilat, li devera Pîranşarê, komek endamên kurd ên Sipaha Pasdarên Îranê çekên xwe danîne.
Li gorî malperê, gaziya Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî jî bandor li ser wan kesan kiriye. Hicrî piştî şerê Şino, bang li pasdarên kurd kiribû “çeka xiyanetê” berdin.
Di şerê Şino de, pasdarên kurd jî beşdar bibûn û hinek ji wan hatibûn kuştin.
Basnews
