• Sunday, 22 February 2026
logo

2 keçên kurd tevlî heftemîn “Komcivîna Navdewletî ya Xuliqandinê” dibin

2 keçên kurd tevlî heftemîn “Komcivîna Navdewletî ya Xuliqandinê” dibin
Di çarçoveya heftemîn “Komcivîna Navdewletî ya Xuliqandinê” (Global Entrepreneurship Summit – GES) de, Obama pêşwazî li du keçên kurd dike.

Îro heftemîn Komcivîna Navdewletî ya Xuliqandinê, li bajarê Palo Alto li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê tê lidarxistin û 3 rojan didome.

Li gorî daxuyaniya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, 2 keçên kurd ji Başûr jî tevlî wê komcivînê dibin û ji aliyê Serokê Amerîka Barack Obama ve tên pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku ew du keçên kurd li ser navê Iraqê diçin komcivîna Palo Alto. Yek ji wan jinan, Telan Ewnî ya din jî Behar Elî ye.

Di komcivîna Palo Alto de, derdora 700 delege beşdar dibin û ji aliyê Wezîra Bazirganî ya Amerîka Penny Prîtzker ve tê birêvebirin.

Komcivîna Navdewletî ya Xuliqandinê, salê li cihekî tê lidarxistin. Qesta wê komcivînê, xurtkirina peywendiyên kesên jêhatî, karsaz û berhemhêner û şîrketan bi welatên îslamî re ye.

Basnews
Top