YPGê: Artêşa Tirk xalên me li Kobanî topbaran kirin
Fermandariya YPGê di rêya daxuyaniyekê re aşkere kir ku artêşa Tirkiyê di 24 demjimêrên bûrî de bi çekên giran hin xalên leşkerî yên hêzên Kurdî li gundên Ziyara, Silim û bajarokê Şiyûxê li rojava û başûrê bajarê Kobanî topbaran kirin.
Her çend YPG derbarê zirar û ziyanên topbarana han de ti agahiyek belav nekiriye lêbelê tê gotin ku çend welatî birîndar bûne.
Weke tê zanîn Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan beriya niha gotibû ku emê êrîşî ser Kurdan li Bakûrê Sûriyayê bikin.
Ji aliyeke din ve jî li aliyê Efrînê ve êrîşên artêşa Tirkiyeyê bo ser welatiyên Kurd didomin.
