• Sunday, 22 February 2026
logo

YNK: Tirkiye dewletekî faşîst û dagirker e

YNK: Tirkiye dewletekî faşîst û dagirker e
Parlamenterekî YNKê amaje bi vê dike ku, rûniştin û gotûbêj li gel hikûmeta Tirkiyê û konsolê Tirkiyê pêkanîne û ronîkirin li ser mijara ku ew û PYD li Kurdistana rojava ji bo wan ne metirsî ne dane wan.

Parlamentere fraksiyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tirkiye dewletekî dagirkerê Kurdistanê ye, dervey wê jî rewşa wê ya li gel başûr û di heman demê de faşîste li hember Kurdistana rojava. Dervey wa jî eger YE(Yetiya Ewropa) wan vernagre û hewldanên wan ên çend salan dane aliyekê jî, lê divê em bi mekanizmaya naha heyî ve li gel wan danûstandinan bikin.’’

Herwaha ew parlamenterê YNKê ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Em wek YNKê rûniştin û gotûbêjên me li gel Tirkiyê berdewam in. Di rûniştin û gotûbêjan de me ji wan re got, YNK ne metirsiya bo tu aliyekê, wek çawa kurd li Kurdistana rojava ne metirsîne. Bi taybet jî PYD.’’

Berî naha jî BasNewsê belav kir, Tirkiye ji siyaseta YNKê ya beranber PKKê nîgerane û bi rêya wezareta derve ve daxwaza ronîkirinê ji YNKê xwestiye.

Basnews
Top