Sedr bi tundî êrîş dike ser Ebadî û wek gendel pênase dike
Kesekî bi navê Esîr Ebdulezîz bi nameyekê pirs ji Muqteda Sedr dike û dibeje: ‘’Berî çend rojan Ebadî hejmarek rêveber ji erkê wan dûrxist, gelo ev tişta di çarçoveya desthilatiya wî de ye?’’
Di pirsa dûyem da jî di pirse: ‘’Gelo dûrxistina wan berpirsên mezin bê lêpirsîn û naçar kirin ku biçin pêş dadgehê, rê vekirin nîne ji bo ewên din gendeliyê bikin?’’
Di bersiva xwe de ku wêneyekî wê nameyê û bersiva wî ketiye dest BasNewsê, Mûqteda Sedr radigehîne: ‘’Ya yekê, tişta Ebadî dike rê xweşkirine bo gendelî kirinê, ya dûyem jî gendel nikare lêpirsînê li gendeleke din bike.’’
Basnews
