Yekîtiya Ewropa: Li Tirkiyê azadî nîne!
Berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Erol Onderoglu û kurê Aziz Nesin nivîskar Ahmet Nesin û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Şebnem Korur Fincanci di demên cuda de bi demkî bibûn berpirsên rojnameya Ozgur Gundemê.
Serdozgerî, Erol Onderoglû, Ahmet Nesin û Şebnem Korur Fidanciyê bi daxwaza girtina wan şandibû serdadgerîya Stenbolê.
Piştre hersê kesên navborî bi hêceta “propagandakirina rêxistina terorî’’ hatin girtin.
Nûnera Karê Derve ya YE Federica Mogherini û Komîserê Berfirehbûnê yê YE Johannes Hahn di beyannameyek hevbeş de girtina wan kesan rexne kirin.
Mogherini û Hahn amaje kirin ku azadiya nerînan li Tirkiyê tê qedexekirin û ragihandin her welatê ku bixwaze bibe endam YE divê azadiyê bo welatiyên xwe dabîn bike.
Rudaw
