Hevpeymaniya navnetewî helmeta Gorran da rawestandin
Li gor çavkaniyekî nêzîk li Tevgera Gorran, ji aliyê balyozxaneyekî ku welatê wan endamê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê de cîh digre, bi rêya wezîrê koç û koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed, ku di heman demê de berpirseke Tevgera Gorran e, peyamek bi rêya wî ve ji Tevgera Gorran re birêkirine û gotine di demeke herî nêzîk de helmeta ragehandinê ya li dijî Barzanî divê hûn rawestînin.
Heman çavkaniyê ronî kir, berî ragirtina helmetê, rayedareke paydar ê balyozxaneyê peyvendî li gel Derbaz Mihemed çêkiriye û balkêşaye ku hikûmeta wan wê dijî helwêsta Gorran be, ev helmet zêdetir rewşa herêma Kurdistanê aloz dike û ev jî li dijî siyaseta welatê wan e.
Li gor heman çavkaniyê wezîrê koç û koçberan ê hikûmeta Iraqê Derbaz Mihemed, piştî wê peyvendiyê, rasterast telefonê ji Newşîrwan Mistefa re vedike û helwêsta hêzên hevpeymanan jê re radigehîne.
Cîhê nirxandinê ye ku dû hefte berî naha jî, rêveberekî Tevgera Gorran ê diyar û berçav Burhanê Reşe Gulê jî, ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’Piştîwaniya navnetewî ya ji bo PDKê, girêdayî ye bi şerê DAIŞê ve.’’
Her bi heman pirsê ve girêdayî çavdêrê siyasî Nîyaz Hacî ji rojnameya Bas re ragehand, Tevgera Gorran guh nade daxwazên navxweyî, bo aloz kirina rewşa herêma Kurdistanê hertiştî wê bikin. Bi piştrastî ew hêze pêwîste bi fişara derve û welatên mezin ve dibe ku bê hişyar kirin û agahdar kirin.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ragehandina ew helmeta ragehandinî jî diyare li ser daxwaza hêzen hevpeyman bûye. Berî naha jî 23ê Xizîranê ve hêzên hevpeyman daxwaz ji Gorran kirin ku wê civînê nekin. Piştre jî baca wê dan. Vê carê jî Gorran di vê helmetê de dijî Barzanî ku naha bi awayekî di qada rêveberiya şerê dijî DAIŞê de ye, hemû sînor derbaskirin. Ji aliyê hêzên hevpeyman ve jî di demekî waha de alozkirina navxweyî ya Kurdistanê, bandoreke xirap dike ser bereyê dijî DAIŞê.
Heman çavdêrî got: ‘’Nabe tu partiyeke Kurdistanê vî tiştî li bîr nekin, ku herêma Kurdistanê naha hêzekî çalak û bi bandore, di nav hêzên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de. ‘’
Lê berpirsê çapemeniya Gorran Ebdulrezaq Şerîf bi rêya kanalên çapemeniya partiya xwe ve ragehand, ew ji bo rêz girtina daxwaza serokê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selaheddîn Bahedîn û ji bo rewş aloz nebe û ji ber berpirsyariyên xwe yên giştî, şerê ragehandina dijî Barzanî didin sekinandin.
Girêdayî vê pirse, endamê rêveberiya YNKê û yek ji endamên şanda hevbeş a YNKê û Gorran Saman Germiyanî ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’Di şerê ragehandina Gorran û PDKê de, Barzanî bê sedem ne got ‘Li ser min tu gotinekê nekin’ bê guman ev peyama Barzanî hewldan bû bo arambûna rewşê û roleke bi bandor girt serxwe.’’
Germiyanî got: ‘’Tenê yek rê heye, ew jî em hemû li ser masa gotûbêjan rûnên û bi rêya dialog hewl bidin heta çareseriya hemû pirsgirêkan bimeşin.’’ Herwaha got: ‘’Pêwîste em hemû alîkariya Barzanî bidin, ku di vê rewşa naha de birayên Gorran û birayên PDKê li ser masa gotûbêjana bikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.’’
Ev rêveberê YNKê got: ‘’Naha Herêma Kurdistanê metirsî li ser hene û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şerê dijî terorîstên DAIŞê dike. Cîhê rûmetê ye ku hişyarî moral û motivasyona Pêşmerge ve beşek ji navçeyên xwe me kariye li jêr desthilatiya DAIŞê derxînin. Bê guman di vê rewşê de pêwîste em hemû navmala kurd biparêzin, ew jî tene bi rêya parastina yekrêzî û yekhelwêstî ve dibe.’’
Rojnameya Bas ji bo vê pirsê peyvendî li gel Ebdulrezaq Şerîf û Derbaz Mihemed çêkir, lê bersiv nedan.
Basnews
